Firaksiyona Herêma Kurdistanê li dijî Qanûna nû ya Hilbijartinê derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311574-firaksiyona_herêma_kurdistanê_li_dijî_qanûna_nû_ya_hilbijartinê_derket
Ciwan Îhsan, Serokê Fraksiyona YNK'ê li Parlimana Iraqê di press konferansa hevpar a Fraksiyonên Herêma Kurdistanê da got: Bûyera ku îro (Sêşemî) li parlimana Iraqê qewimî ev bû ku qanûnek bêyî tu cûre hilkolandin û lihevkirinekê û bihîstina daxwazên reformxwaziyê yên xelkê li nav kûçe û kolanan hat pesendkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 25, 2019 04:52 Asia/Tehran
  • Firaksiyona Herêma Kurdistanê li dijî Qanûna nû ya Hilbijartinê derket

Ciwan Îhsan, Serokê Fraksiyona YNK'ê li Parlimana Iraqê di press konferansa hevpar a Fraksiyonên Herêma Kurdistanê da got: Bûyera ku îro (Sêşemî) li parlimana Iraqê qewimî ev bû ku qanûnek bêyî tu cûre hilkolandin û lihevkirinekê û bihîstina daxwazên reformxwaziyê yên xelkê li nav kûçe û kolanan hat pesendkirin.

Serokê Fraksiyona YNK'ê li Parlimana Iraqê her wiha got: Berçavnegirtina mafê gelê Kurd û xelkê li nav kûçe û kolanan û nêrîna karzan û pisporan bi armanca handana xelkê nav kolanan jibo pevçûn û çend desteteiyê pêk tê.

Ev di halekî da ye ku civîna girîng a Parlimana Iraqê jibo hilkolandinên dawiyê yên têkildarî bijartibna berendamê serokwezîrtiyê bo Pêncşemiyê hat paşdaxistin.

Paşdaxistina civîna Parlimanê piştî pesendkirina qanûna nû ya Parlimanê di roja Sêşemiyê da pêk hat.

Parlimana Iraqê roja Sêşemiyê serê axir qanûna nû ya Hilbijartina vî welatî ku şêwaza hilbijartinê ji Lîsteyî diguherîne Kesane, pesend kir.