Bombeyek li Mûsilê teqiya / 7 leşker hatin kuştin û birîndar bûn
Medyayên iraqî sipêdeya Çarşemiyê behsa teqîna bombeyekê li bajarê Mûsilê kirin.
Di vê teqînê da 2 leşkerên iraqî hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.
Berêvara Sêşemiyê jî di teqna bombeyekê li rêya hereketa hêzên iraqî li Selahedînê, 5 kes ji wan hatin kuştin û birîndar bûn.
Di vî halî da hêzên iraqî Sêşemiyê bi şev hewildana têrorîstên DAIŞê jibo êrîşa ser qada petrolê ya Xebazê li Kerkûkê têk birin.
Navçeyên cûrbicûr ên Iraqê di rojên dawî da bûne şehedê çend êrîşên têrorîstî. Medyayên iraqî dibêjin ku endamên veşartî yên DAIŞê nearamiyên vî welatî bi kar tînin û xwe jibo êrîşên nû amade dikin.
Hin parêzgehên Iraqê di mehên dawî da şehedê lidarxistina xwenîşandanê dijî rewşa bêserûber a xizmetên gelemperî, nebûna derfetên şolê û gendeliyê ne. Lê ev xwenîşandan veguherîne tundiyê û b dehan kes hatin ekuştin û birîndar bûne.
Gurdanên Hizbullaha Iraqê vê dawiyê ragihand ku Amerîka û Rêjîma Siyonîst ji ber nerazîtiya ji siyasetên Bexdayê, destê wan di nearamiyên Iraqê heye.