Parlimana Iraqê 2 madeyên Qanûna Hilbijartinan pesend kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311563-parlimana_iraqê_2_madeyên_qanûna_hilbijartinan_pesend_kirin
Parlimana Iraqê di civîna îro ya têkildarî Qanûna Hilbijartinan de 2 madeyên wê pesend kirin, di halekî da ku fraksyonên Kurdan ew civîna boykot kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 24, 2019 14:30 Asia/Tehran
  • Parlimana Iraqê 2 madeyên Qanûna Hilbijartinan pesend kirin

Parlimana Iraqê di civîna îro ya têkildarî Qanûna Hilbijartinan de 2 madeyên wê pesend kirin, di halekî da ku fraksyonên Kurdan ew civîna boykot kirin.

Ligorî agahîyan xalên 15 û 16 yên Qanûna Hilbijartinan hatin hilkolandinê û Kurd jî dijî wan du xalan bûn û piştî dengwergirtinê, Desteya Serokatîya Parlimanê ew pesend kirin. 

Bilî Fraksyona Nivşa Nû, hemî fraksyonên Kurdan ew dengdan boykot kirin.

Alîyên Ereb pêşnîyar kirine ku bazineya hilbijartinan pirrbazine û ser asata qezayê be û ser wê pêkutîyê dikin û alîyên Kurd jî dibêjin ku wê pêşnîyarê zîyaneke berfire heye û pêwîst e ku bazineya hilbijartinan ser asta parêzgehan be.