6 çeteyên DAIŞê li parêzgeha Diyaleya Iraqê hatin kuştin
Kanûn 24, 2019 04:06 Asia/Tehran
Rêxistina têkoşîna dijî Têrorîsmê ya Iraqê qala kuştina 6 çeteyên DAIŞê li parêzgeha Diyaleyê li rojhilata vî welatî.
Li gorî rapora Al Alamê, Rêxistina têkoşîna dijî Têrorîsmê ya Iraqê roja Duşemiyê ragihand ku di operasiyona vê rêxistinê li bakurê parêzgeha Diyaleyê, du sitargehên çeteyên DAIŞê jî hatina rûxandin.
Li gorî nûçeyeka din ji ber teqîna erebeya bombebarkirî li têketingeha navçeya Tîvanê ya ser bi şaristana Qaimê li rojavaya parêzgeha Enbarê, du leşker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
Wezareta Berevaniyê ya Iraqê jî roja Duşemiyê qala girtina serçeteyekî DAIŞê li bajarê Qaimê kir.