Hevalbendîya Al Banayê berbjarê posta Serokwezîrtîya Iraqê da nasandinê
Hevalbendîya Al Bana ya Iraqê di nameyekê de bo Seokmarê wî welatî Qusêy Ebdulwehba Sohêyl Wezîrê berê yê Perwerdê weke berbjarê posta Serokwezîrtîya Iraqê da nasandinê.
Hevalbendîya Al Bana ya Iraqê bi serokatîya Hadî Amirî di nameyekê de bo Berhem Salih Serokomarê Iraqê ragihand ku rêvebirên fraksyonên Hevalbendîya Al Banayê, Qusêy Ebdulwehba Sohêyl Wezîrê berê yê Perwerdê weke berbjarê posta Serokwezîrtîya Iraqê didin nasandinê.
Hevalbendîya Al Banayê di wê nameyê de ji Berhem Salih xwestîye ku Qusêy Ebdulwehba Sohêyl ku di warê birêvebirinê de gellekî şareza û kar û destpak e, ligorî xala 76 a Destûra Bingehîn a Iraqê jibo pêkanîna kabînê raspêre.
Ji hêla din ve Berhem Salih jî ji Mihemed Helbûsî Seokê Parlimana Iraqê xwest ku zûka fraksyona pirranîyê li Parlimanê û berbijarê Serokwezîrtîyê bide nasandinê.
Berhem Salih got ku heke gel bi berbijarê were nasandinê razî nebe, diqewime ew ji posta xwe wêda here.