Dadgeha Fêdêral a Iraqê bersiva daxwaza Berhem Salih têkildarî mezintirîn Fraksyona parlemanî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311501-dadgeha_fêdêral_a_iraqê_bersiva_daxwaza_berhem_salih_têkildarî_mezintirîn_fraksyona_parlemanî_da
Dadgeha Fêdêral a Iraqê di bersiva daxwaza Serokomarê wî welatî Berhem Salih de têkildarî mezintirîn Fraksyona parlemanî pêgirî kir ku mezintirîn Fraksyona Parlemanê ew Fraksyona xwedîyê zêdetirîn kursîyan di yekemîn civîna Parlemanê da ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 22, 2019 14:04 Asia/Tehran
  • Dadgeha Fêdêral a Iraqê bersiva daxwaza Berhem Salih têkildarî mezintirîn Fraksyona parlemanî da

Dadgeha Fêdêral a Iraqê di bersiva daxwaza Serokomarê wî welatî Berhem Salih de têkildarî mezintirîn Fraksyona parlemanî pêgirî kir ku mezintirîn Fraksyona Parlemanê ew Fraksyona xwedîyê zêdetirîn kursîyan di yekemîn civîna Parlemanê da ye.

Eyas Samûk Berdevkê Dadgeha Fêdêral a Iraqê di daxûyanîyekê de ragihand ku daxwaza Berhem Salih Serokomarê wî welatî ji Dadgeha Fêdêral jibo kivşkirina mezintirîn Fraksyona Parlemanê ku di xala 76 a Destûra Bingehîn da basa wê hatîye kirin, Pêncşema hefteya buhurî giheştîye destê wan û jibo hilkolandina wê daxwazan jî Dadgeha Fêdêral îro bi amadebûna hemî endaman civîya. 

Samûk di dawîya daxûyanîya xwe de jî tevî ragihandina vê yekê ku endamên Dadgeha fêdêral a Iraqê pêgirî kirin ku li gorî xala 76`ê ya Destûra Bingehîn a wî welatî, Serokomar divê di dema kivşkirî li gorî wê xalê de, berbijarê mezintirîn Fraksyonê jibo bidestxistina posta Serokwezîrtîyê wezîfedarê pêkanîna kabîna nû bike, dîyar kir ku ligorî xala 47 a Destûra Bingehîn jî Parleman, Desteya Wezîran û Rêxistina Dadwerîyê divê hikmên Dadgeha fêdêral cih bînin.

Ligorî daxûyanîya Eyas Samûk Berdevkê Dadgeha Fêdêral a Iraqê, endamên wê dadgehê piştî rawêjkarîyê giheştin vê encamê ku mezintirîn Fraksyona Parlemanê ew Fraksyona ye ku piştî lidarxistina hilbijartinan, ji lîsteyeke hilbijartinan an çend lîsteyên hilbijartinan pêk hatibe û piştî derbasbûna nav Parlemanê û sondxwarina fermî endamên wê di civîna yekem da, zêdetirîn kursî bidest xistibin.