DAIŞê li parêzgehên Selahedîn û Diyalê êriş kir: 5 kesan can dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311475-daiŞê_li_parêzgehên_selahedîn_û_diyalê_êriş_kir_5_kesan_can_dan
Çeteyên DAIŞ’ê duh li parêzgeha Selahedînê ya bakura Iraqê li devera El-Sîniye ya bajarê Bîciyê û li parêzgeha Diyalê ya rojhilatê Iraqê li devre El-Seediye êrîşî hêzên artêşa Iraqê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 22, 2019 05:18 Asia/Tehran
  • DAIŞê li parêzgehên Selahedîn û Diyalê êriş kir: 5 kesan can dan

Çeteyên DAIŞ’ê duh li parêzgeha Selahedînê ya bakura Iraqê li devera El-Sîniye ya bajarê Bîciyê û li parêzgeha Diyalê ya rojhilatê Iraqê li devre El-Seediye êrîşî hêzên artêşa Iraqê kirin.

Li gor IRIB Newsê, di encama êrişên hanê de 5 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ’ê li van rojên dawiyê ji ber nearamiyên li Iraqê çendîn êriş li  vî welatî pêk anîn. 

Xelkê hin parêzgehên Iraqê ji ber rewşa xirab a aborî û gendeliyên îdarî li van mehên dawiyê xwenîşandanên curbicur li dar xistin ku di encama mudaxileyên şikber bi sedan kes li van xwenîşandanan hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gor şahidiyan dewletên navçê yên wekî Erebistan û Îmaretê û dewleta Iraqê bi mudaxileya li karûbarên Iraqê ûû bi tehrîkkirina komên curbicur li vî welatî bûne sedem ku nerizamendiyên xelkê ber bi xirabkarî û şidetan pêş ve herin.