174 parlementerên Iraqê çend berendaman bo serokomêr pêşniyar dikin
Kanûn 18, 2019 13:21 Asia/Tehran
Biryar e ku 174 parlementerên Iraqê kom bibin û çend berbijaran bo cîgeha serokwezîrtiyê pêşniyarî Berhem Salih bikin. Yek ji wan dibêje ku kesê ku dixwaze bibe serokwezîr divê bi dilê xwenîşanderan be.
Mihemed Xalidî, Serokê Fraksiyona Biyareq Xêrê li parliomana Iraqê ji Rûdawê ra got ku 174 parlementeran ku îmzeya wan li ser nivîsekê derbarê berbijarê serokwezîrtiyê heye, îro 3ê piştî nîvroj biryar e kom bibin da ku çend berbijaran bi fermî bo serokwezîrtiyê bidin nasandin.