Kêmbûna hejmara dîplomatên Emerîkayê li Iraqê hat ragihandin
Dewleta Emerîkayê bi fermî ragihand ku dê hejmara dîplomatên xwe li Iraqê bi awayekî berbiçav kêm dike.
Li gorî rapora rojnama înternetî ya Foreign Policy`yê, Mayk Pompêo, wezîrê derve yê Emerîkayê li nameyekê kongira vî welatî ji biyara xwe agehdar kir.
Foreign Policy`yê nivîsî: Pompêo li nameya xwe bo komîta peywendiyên derve ya Senayê, bernama derketina dayim a hejmareke zêde ji dîplomatên emerîkî ji Iraq bi hûrgiliyên wê xistiye rojevê.
Li gor vê bernamê heta dawiya sala 2020`an hejmara kesên hazir li balyozxana Emerîkayê li Bexdayê û navenda piştgiriya dîplomatîk û konsûlxana vî welatî li Hewlêrê sedî 28 kêm dibe û ji 486 kesî dê bighêje 349 kesî.
Pompêo li nama xwe bo Cêyms Rîş serokê komaîta peywendiyên derve ya Senayê îdia kir, Emerîka bi kêmkirina dîplomatên xwe li Iraqê, dîsa jî dikare bighêje armancên xwe yên bingehîn û bernameyên xwe yên çavdêrî û şopandinê bi qasî pêwîst bimeşîne.
Pompêo destpêka 2019`an jî bi mehna hebûna gefa Îranê, fermana derketina hêzên nepêdivî yên li meqerên dîplomatîk ên Emerîkayê ji Iraqê dabû.