Çend gund li parêzgeha Diyaleya Iraqê hatin rizgarkirin
Fermandeyê Operrasiyona Heşda Şeibiyê li parêzgeha Diyaleya Iraqê qala azadkirina çend gundên vê parêzgehê ji bin dagîrkeriya têrorîstên DAIŞê kir.
Li gorî rapora Fars Newsê, Talib Mûsewî, Fermandeyê Operrasiyona Heşda Şeibiyê li parêzgeha Diyaleya Iraqê got: Hêzên Heşda Şeibiyê bi hevahengiya digel Fermandetiya artêşa Iraqê li navçeyên Çiyayê Qizlaqê, Wadiya Kelay û Nedayê 10 gund ji bin dagîrkeriya DAIŞê azad kirin.
Li pey du êrîşên têrorîstî yên roja Duşemiyê ya têrorîstên DAIŞê li parêzgeha Diyaliyê ku di encamê da hejamreka hêzên ewlehiyê hatin kuştin, hêzên vî welatî roja Sêşemiyê operasiyoneka berfireh a leşkerî li dijî endamên mayî yên DAIŞê li vê navçeyê dest pê kirin.
Hêzên Heşda Şeibiyê di rojên bihurî da jî çend êrîşên têrorîstên DAIŞê li rojhilat û bakurê Irqê têk şikandin.