Dewleta Karrêkxer a Iraqê dê heta dema damezirîna dewleta nû xebata xwe bidomîne
Serokêwezîrê Dewleta Karrêkxer a Iraqê qala dewama xebata vê dewletê heta dema damezirîna dewleta nû kir.
Li gorî rapora Fars Newsê, Adil Ebdulmehdiyê Serokwezîrê Dewleta Karrêkxer a Iraqê roja Sêşemiyê got: Dewleta niha heta dema nasandina serokwezîrê nû, dê xebata xwe bidomîne.
Di vî halî da, Berhem Salihê serokomarê Iraqê bi 28 nûnerên Parlimanê ku ji îmzekerên belgeya taybetmendiyên berendamê serokwezîrtiya Iraqê ne, axivî.
Moleta qanûnî ya Berhem Salih jibo danasîna serokwezîrê nû roja êncşemiyê, 19ê Kanûnê ye.
Piştî gurrbûna xwenîşandana gelanî, Parlimana Iraqê daxwaza istîfaya Adil Ebdulmehdiyê serokwezîrê vî welatî pejirand.
Serokomarê Iraqê piştî istîfakirina Ebdulmehdî, şêwirîna digel rêberên siyasî jibo danasîna serokwezîrê nû yê Iraqê dest pê kiriye û divê diheyameka 15 rojî namzedê nû bide nasandin.