Operasiyona berfireh a hêzên iraqî jibo şopandina DAIŞ'ê li nêzikî sînorê Îranê
Hêzên iraqî jibo şopandina terorîstên mayî yên DAIŞê li parêzgeha li ser sînorê Îranê, operasiyoneka berfireh a leşkerî dest pê kirin.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Malpera Baghdad El yewmê îro ji zarê rayedarekî ewlehiyê yê bileberz li Fermandetiya leşkera pêncem a artêşa Iraqê ragihand ku operasiyoneke berfireh a leşkerî jibo şopandina bermahiyên DAIŞê li Diyaleyê dest pê bûye.
Li gorî gotina vî rayedarê ku navê xwe aşkira nekiriye, hêzên leşkera pêncem a artêşa Iraqê ji Tîpa 74 ş Hengên leşkerî, ev operasiyon di du bereyên Qizlaq û Selabê li rojhilata Diyaleyê û bi hevahengiya Heşda Şeibî, hêzên Polîs û hêza hewayî dest pê kirine.
Wî her wiha armanca operasiyonê bidawîanîna xetera komikên ser bi DAIŞê û jinavbirina navendên wan di cihên gellek bi hevraz û berjêr da zanîn.
Ev di rewşekê da ku navenda ragihandina ewlehiyê ya Iraqê duh piştî nîvro bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di encama du êrîşên DAIŞê li ser hêzên leşkera pêncem a artêşa vî welatî li gundê Nofelê li şaristana Miqdadiyê ya Diyalê û navçeya Nedayê li şaristana Beledrozê bi gişt pênc hêzên çekdar hatin kuştin û pênc jî birîndar bûn.