Nivîsgeha Serokomarê Iraqê daxûyanîyek da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311290-nivîsgeha_serokomarê_iraqê_daxûyanîyek_da
Nivîsgeha Serokomarê Iraqê daxûyanîyek da û têda basa hewildan û rawêjkarîyên berfire yên Berhem alih Serokomarê Iraqê jibo kivşkirina kesekî bo posta Serokwezîrtîya Iraqê ligorî destûrê û dema kivşkirî ya di qanûnê de kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 16, 2019 06:16 Asia/Tehran
  • Nivîsgeha Serokomarê Iraqê daxûyanîyek da

Nivîsgeha Serokomarê Iraqê daxûyanîyek da û têda basa hewildan û rawêjkarîyên berfire yên Berhem alih Serokomarê Iraqê jibo kivşkirina kesekî bo posta Serokwezîrtîya Iraqê ligorî destûrê û dema kivşkirî ya di qanûnê de kir.

Nivîsgeha Serokomarê Iraqê  di wê daxûyanîyê de ragihand: Serokomar Berhem Salih bi merema kivşkirina Serokwezîrekî bi dilê gel bi awayekî berdewam digel rêvebirên kom û alîyên sîyasî, çalak û çîn û qatên akadêmîsîyen, rêxistin û sendîkayên pêşeyî û çîn û qatên cida yên civakê rawêjkarîyê dike.

Ligorî wê daxûyanîyê, Serokomarê Iraqê pêgirî kirîye ku pêwîst e rêz li isûlên destûrî û dema kivşkirî ya di destûrê de were girtin û di çaçrova wê de Serokwezîrê nû bikare vê qonaxê bi merema lidarxistina hilbijartineke dadperwerane di bin sîya komsîyoneke hilbijartinan a serbixwe da derbas bike.

Serokomarê Iraqê di wê daxûyanîy de pêgirî kirîye ku pêwîst e pêbendê xala 76 a Destûra Bingehîn bin ku ligorî wê pêwîst e ku mezintirîn Fraksyona sîyasî ya Parlimanê berbijarê xwe kivş bike û jibo Serokmar bide nasandinê. 

Di dewama wê daxûyanîya Serokomartîya Iraqê de hatîye ku Serok Berhem Salih di peywqendî û rawêjkarîyan de hewil dide kesayetîyekî niştîmanî were kivşkirinê ku neynûka daxwaz û çaverîtêyn xelkê be û ev yeka di çarçova wê yekê de bê kirinê ku piştgirîyeke sîyasî û netewî bidin hikûmetê ta ku bikare çaksazîyên pêwîst encam bide û hilbijartineke pak û bêşik bide lidarxistinê.

Di dawîya wê daxûyanîyê de hatîye ku gef û metirsîyên himberî gelê Iraqê mezin in, ji ber vê rewşê divê em berjewendîyên gelê Iraqê berçav bigirin û ew berjewendî seratir ji berjewendîyên qateke kivş werin zanîn.