Şertê kurdan û suneyan bona qebûlkirina serokwezîrê nû yê Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311243-Şertê_kurdan_û_suneyan_bona_qebûlkirina_serokwezîrê_nû_yê_iraqê
Li gorî rapora Kurd Press`ê, Riyaz El-Mesûdî, endamê meclisa parlimanterên Iraqê ji hevalbendiya Sairûnê ku pêk hatiye ji nunerên tevgera Sedrê bi serokatiya Muqteda Sedr û hevpeymanên wê, îro berî nîvro li gotûbêja bi malpera nûçan a El-Melûmê re raghand ku tevgerên siyasî yên kurdan û suneyan, gotine dê kesekî wek serokwezîrê pêşerojê yê vî welatî qebûl bikin ku şert û mercên wan qebûl kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 14, 2019 13:35 Asia/Tehran
  • Şertê kurdan û suneyan bona qebûlkirina serokwezîrê nû yê Iraqê

Li gorî rapora Kurd Press`ê, Riyaz El-Mesûdî, endamê meclisa parlimanterên Iraqê ji hevalbendiya Sairûnê ku pêk hatiye ji nunerên tevgera Sedrê bi serokatiya Muqteda Sedr û hevpeymanên wê, îro berî nîvro li gotûbêja bi malpera nûçan a El-Melûmê re raghand ku tevgerên siyasî yên kurdan û suneyan, gotine dê kesekî wek serokwezîrê pêşerojê yê vî welatî qebûl bikin ku şert û mercên wan qebûl kirine.

Vî siyasetvanê iraqî di dewamê de destnîşan kir: Liv û tevgerên sune  ser sroklwezîrê  pêşerojê de hin şert û merc sepandin ku parastina mafê wan li bidestxistina wezaretxaneyên ewlehiyê û  dayîna desthilatên zêdetir bo parêzgehên azadbûyî ji destê DAIŞ`ê  ji wan şertan in.

El-Mesûdî li vê barê got: Kurdan jî hinek  pêşşert ser liv û tevgerên şîe sepandin  ku divê serokwezîrê tê dayîna beşeke zêde ji bûdca federal bo Herêma Kurdistanê qebûl bike, ser hevhatina firotina niftê navbera Herêmê û dewleta navendî pêbend be û rêzê li hemî destkewtên qanûnî, hiqûqî û siyasî yên kurdan bigre.