Heşda Şeibî: Zêde ji 150 DAIŞ'î bi çavdêriya Amerîkayê ketin nav Iraqê
Fermandarê Leşkera 44 a Heşda Şeibîya Iraqê ragihand: Kesên DAIŞî bi awayekî azad û aşkira bi çavdêriya Hevpeymaniya Amerîkî ji Sûriyê derbasî Iraqê dibin.
Li gorî rapora Al Alamê, Hemîd Yasirî, Fermandarê Leşkera 44 a Heşda Şeibîya Iraqê îro got: Jêderkên Heşda Şeibiyê ku li ser sînor in, qala ketina aşkira ya endamên DAIŞê ji Sûriyê bo nav Iraqê dikin ku ji riya navçeyên diyarkirî li nav sînoran pêk tê.
Vî Fermandarê Heşda Şeibîya Iraqê got: Li gorî lêzanînên heyî, vê dawiyê zêde ji 150 têrorîst derbasî nav Iraqê bûne û br bi navçeyên nêzikî Şengalê va çûne.
Yasirî got: Şopandina esmanî û firokeyên bêpîlot ên nûjen diakre her kesekî çekdar bişopîne ku li navçeyên navbera Sûriye û Iraqê digerin, lê ji ebr ku Hevpeymaniya naveetweyî ya qaşo dijî DAIŞê lis er qada esmanî ya Iraqê serdest e, van zanyariyan nade.
Fermandarê Leşkera 44 a Heşda Şeibîya Iraqê ji hêza esmanî ya Iraqê xwest ku jibo serdestiya ser qada esmanî ya vî welatî, valatiyan tijî bike û guh nede Hevpeymaniya amerîkî da ku rê li ber bicihbûna dubare ya DAIŞê li Iraqê were girtin.