Serokwezîrê nû yê Iraqê dê heta du rojên din were nasandin
Hevpeymaniya Fethê li Parlimana Iraqê ragihand ku serokomarê vî welatî beriya bidawîhatina moleta qanûnî û heta du rojên din, dê serokwezîrê nû bide nasandin.
Li gorî kanala Al Alamê, Hevpeymaniya Fethê li Parlimana Iraqê behsa hebûna şeş berendaman jibo bidestxistina cîgeha serokwezîrtiyê piştî pejirandina Istîfaya Adil Ebdulmehdî kir û got: Berhem Salih serokomarê Iraqê di heyama du rojên tê da û beriya bidawîhatina moleta qanûnî, dê serokwezîrê nû bike berpirsê damezirandina Kabîneyê.
Fethê ragihand: Fraksiyonên siyasî jî di halê hilkolandina sabiqeyên şeş berendamên nasyar ên neteweyî û xurt jibo bidestxistina cîgeha serokwezîrtiyê ne, lê pênaeya van berendaman jibo medayayn nehatiye aşkirakirin, ji ber ku hin alî li pey hilweşiyana welêt ji rêyên siyasî û medyayî ne û dixwazin ku Iraqê ber bi valatiyeka qanûnî bibin.
Hevpeymaniya Fethê destnîşan kir: Kesayetiyekî nû ku ji aliyê merceyiyeta dînî û xwenîşanderan va were piştgirîkirin, dê bibe serokwezîrê Iraqê û di heyama du rojên din da dê were nassandin.
Li gorî Qanûna Bingehîn a Iraqê, bi qebûlkriina Istîfaya serokwezîr, serokomêr 15 rojhan derfet heye ku serokwezîrê nû bide nasandin.