Adil Ebdulmehdî di salvegera serketina Iraqê himberî DAIŞ`ê de daxûyanîyek da
Serokwezîrê dewleta karrêkxer a Iraqê salvegera serketina hêzên çekdar ên wî welatî himberî koma têrorîst a DAIŞ'ê pîroz kir.
Adil Ebdulmehdî Serokwezîrê dewleta Karrêkxer a Iraqê îro Duşemê di salvegera serketina hêzên iraqî himberî koma têrorîst a DAIŞ`ê daxûyanîyek da.
Ebdulmehdî di daxûyanîya xwe da amajeyî salvegera serketina himberî DAIŞ`ê û azadkirina Mûsilê û hemî axa Iraqê ji lepên wê koma têrorîst kir û got ku ez wê serketinê bi dil û can li hemî gelê Iraqê pîroz dikim.
Di dewama daxûyanîya Ebdulmehdî hatîye: "Ez ji her kesî dixwazim ku mêrxwasî û fidakarîya hemî leşkerên têkoşer û egît bînin bîra xwe, ji Artêşê û Polîs bigire heta Heşdi Şeibî û Pêşmerge."
Ebdulmehdî amajeyî vê yekê kir ku gelê Iraqê serketineke mezin jibo welêt û mirovantîyê bidest xist û got: Ez wê serketinê li şehîd û birîndaran pîroz dikim ku ev serketina mezin bi dest xistin.
Serokwezîrê dewleta Karrêkxer a Iraqê herwiha pêgirî kir ku wê serketinê li hêzên çekdar û servîsên ewlehîyê pîroz dike ku hela jî himberî bermayîyên DAIŞ`ê têdikoşin û welêt, gel û birayên xwe yên xwenîşander diparêzin.
Adil Ebdulmehdî di dawîya daxûyanîya xwe da qedrê hêzên ewlehiyê girt û sipasîya wan kir û bi vê boneyê weke sala buhurî, sibê ango Sêşem weke roja Betlaniyê ragihand.