Destwerdana Balyozxanên 3 welatên ewrûpî di karên navxweyî yên Iraqê de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311064-destwerdana_balyozxanên_3_welatên_ewrûpî_di_karên_navxweyî_yên_iraqê_de
Balyozxanên Alman, Fransa û Ingilîsê li Bexdayê di daxûyanîyeke destwerdanxwazîyê de ji Serokwezîrê wêdeçûyî yê Iraqê xwestin ku ewlehîya xwenîşanderan garantî bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 09, 2019 09:12 Asia/Tehran
  • Destwerdana Balyozxanên 3 welatên ewrûpî di karên navxweyî yên Iraqê de

Balyozxanên Alman, Fransa û Ingilîsê li Bexdayê di daxûyanîyeke destwerdanxwazîyê de ji Serokwezîrê wêdeçûyî yê Iraqê xwestin ku ewlehîya xwenîşanderan garantî bike.

Ligorî rapora Malpera Nûçan a Someryê, di wê daxûyanîya hevpar de ku Balyozxana Fransayê li rûpela xwe ya Twitterê weşandîye, hatîye: Balyozên Alman, Fransa û Ingilîsê bi Adil Ebdulmehdî Serokwezîrê wêdeçûyî yê Iraqê re hevdîtin pêk anîn.

Di dewama wê daxûyanîyê de hatîye ku Balyozên Alman, Fransa û Ingilîsê li Bexdayê di wê hevdîtinê de ji Ebdulmehdî xwestin ku bi awayekî lezgîn têkildarî kuştina xwenîşanderan lêkolînên pêwîst bike û kesên berpirsê kuştina wan ceza bike.

Înîyê şevê di encama gulleavêtina kesên nenas ber bi xwenîşanderan li meydana Al Xelanî li nêzîkî meydana Tehrîr a Bexdayê de 4 kes hatin kuştinê û 80 kes jî birîndar bûn.