Tevgera Nucebayê: Bûyera meydana El-Xelaniyê ya Bexdayê bi dîzayna Emerîkayê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311034-tevgera_nucebayê_bûyera_meydana_el_xelaniyê_ya_bexdayê_bi_dîzayna_emerîkayê_bû
Konseya siyasî ya tevgera El-Nucebayê ya Iraqê raghand ku pevçûna bi çekdariyê li meydana El-Xelaniyê ya Bexdaya paytexta Iraqê bi dîzayna balyozxana Emerîkayê û bi armanca kişandina hêzên Heşda Şebî bo nav şerê çekdariyê hatibû dîzaynkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 08, 2019 12:31 Asia/Tehran
  • Tevgera Nucebayê: Bûyera meydana  El-Xelaniyê ya Bexdayê bi dîzayna Emerîkayê bû

Konseya siyasî ya tevgera El-Nucebayê ya Iraqê raghand ku pevçûna bi çekdariyê li meydana El-Xelaniyê ya Bexdaya paytexta Iraqê bi dîzayna balyozxana Emerîkayê û bi armanca kişandina hêzên Heşda Şebî bo nav şerê çekdariyê hatibû dîzaynkirin.

 Li gorî raghandina wezareta navxwe ya Iraqê, li encama gulleavêtina îniyê şevê ya kesên çekdar ên nenas ber bi xwenîşanderan li meydana  El-Xelaniyê ya Bexdayê, çar kes hatin kuştin û 80 kes jî birîndar bûn. 

 Rêxistina Heşda Şebî ya Iraqê piştî bûyerên roja îniyê ya Bexdayê bi daxûyaniyekê raghand ku hêzên vê rêxistinê tu rolek li xwenîşandana  gelanî ya Iraqê tinene. 

 Balyozxana Emerîkayê û hin welatên ewrûpî, Heşda şebî bi mudaxila li gulleavêtina ber bi xelkê li meydana  El-Xelaniyê ya Bexdayê tawanbar kirine. 

 Li van hefteyên dawiyê hin parêzgehên başûrî yên Iraqê bûne qada nerizamendiyên xelkê û xwenîşandanên wan ku di encamê de bi dehan kes hatine kuştin û birîndar bûne.