Waşîngtonê serokên Heşdi Şeibîyê boykot kirin, Iraqîyan jî bertek nîşan dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311001-waşîngtonê_serokên_heşdi_Şeibîyê_boykot_kirin_iraqîyan_jî_bertek_nîşan_dan
Hejmarek Parlimanterên iraqî ragihandin ku kiryara Amerîkayê ya boykotkirina sê kes ji Serokên Sazîya Heşdi Şeibîyê, nîşaneya hêrsbûna dewleta Waşîngtonê ji kiryarên hêzên berxwedanê yên dijî dagirkerî û têrorîsma tekfîrî li Iraqê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 07, 2019 12:15 Asia/Tehran
  • Waşîngtonê serokên Heşdi Şeibîyê boykot kirin, Iraqîyan jî bertek nîşan dan

Hejmarek Parlimanterên iraqî ragihandin ku kiryara Amerîkayê ya boykotkirina sê kes ji Serokên Sazîya Heşdi Şeibîyê, nîşaneya hêrsbûna dewleta Waşîngtonê ji kiryarên hêzên berxwedanê yên dijî dagirkerî û têrorîsma tekfîrî li Iraqê ye.

Hejmarek Parlimanterên Fraksyonên Hikmet û Sadiqûnê li Parlimana Iraqê, xistina navê kesayetîyên iraqî di lîsteya boykotên Amerîakyê de şermezar kirin û ragihandin ku ew karê Wezareta Xizînedarîya Amerîkayê dijî kes û kesayetîyên iraqî, destwerdana aşkira di karên Iraqê de bi hecet û navên curbicur e.

Berdevkê Polîtburoya Fraksyona Sadiqûnê Mihemed Rebîyî boykotên Amerîkayê yên dijî rêvebirên wê tevgerê bêçine û batil bi nav kirin û pêgirî kir ku bera tifinga Komên Berxwedanê yê hertim dijî dagirkerî, têrorîsma tekfîrî, perçekirin û pişkxwazîya bîyanîyan be û Hêzên Berxwedanê bûne kelemê çevê zorbêjan û berbendek himberî komployên Amerîkayê.

Wezareta Xizînedarîya Amerîkayê duh înîyê di daxûyanîyekê de ragihand ku 4 rayedarên iraqî bi tawana binpêkirina mafên mirovan û desthebûna di gendelîyê de boykot kirin.