Îro jî xwenîşandana piştgirîya ji Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Iraqê hat lidarxistinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310978-Îro_jî_xwenîşandana_piştgirîya_ji_merceyê_pillebilind_ê_dînî_yê_iraqê_hat_lidarxistinê
Niştecihên Bexdayê îro jibo roja duyem bidûhev bi xwenîşandanekê piştgirî dan Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Iraqê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 06, 2019 13:42 Asia/Tehran
  • Îro jî xwenîşandana piştgirîya ji Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Iraqê hat lidarxistinê

Niştecihên Bexdayê îro jibo roja duyem bidûhev bi xwenîşandanekê piştgirî dan Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Iraqê.

Niştecihên Bexdayê îro jibo roja duyem bidûhev bi xwenîşandanekê piştgirî dan Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Iraqê û destwerdanên Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst şermezar kirin. 

Xwenîşanderan bi durişman ragihandin ku ew karên têkderane qebûl nakin û li meydana Tehrîrê agir berdan alayên Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst.

Xwenîşander ji kolanên Filistîn, Hebîbîye û Şeibê va ber bi meydana Tehrîrê bi rê ketin û pankardên piştgirîya ji Ayetullah Sîstanî hildabûn û bi durişman piştgirî dan wî.

Serokhozên Parêzgeha Kerbelayê jî ragihandin ku lihev kirin bi merema parastina istiqrar û ewlehîyê ji Yekşema bê va, rê nedin niştecihên parêzgehên din derbasî Kerbelayê bibin.

Serokhoz û eşîran herwiha ji hêzên ewlehîyê xwestine ku tivdîrên ewlehîyê himberî kesên ku dil hene rewşê aloz bikin bişidînin û piştgirîyê bidin xwenîşanderên ku bi awayekî aştîyane daxwazên xwe yên qanûnî hilêdixin.