Ayetullah Sîstanî: Divê Serokwezîrê Iraqê dûrî destwerdana bîyanîyan were bijartinê
Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Iraqê hêvî kir ku Serokwezîrê Iraqê di dema kivşkirî de dûrî destwerdana bîyanîyan were bijartinê.
Ayetullah Seyîd-elî Sîstanî Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Iraqê di daxûyanîyekê de hêvî kir ku Serokwezîrê nû yê Iraqê di çarçova xişteya demê ya kivşkirî de dûrî destwerdana bîyanîyan were kivşkirinê.
Nunerê Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Iraqê Ebdulmehdî Kerbelayî jî li xutbeyên nimêja înîyê ya Kerbelayê careka din pêgirî ser pêwîstîya lidarxistina biaştî ya xwenîşandanên gelê Iraqê kir.
Wî got: Nabe hecetan bidin destê kesên ne xwazyarê çaksazîyan li Iraqê ne.
Ebdulmehdî Kerbelayî ji hemî kesên mexdûrê xwenîşndanên vê dawîyê li Iraqê xwest ku jibo istandina mafên xwe rêyên qanûnî bigirin ber xwe.
Wî pêgirî kir ku divê rewşa Iraqê bizvire ser halê berê ango aramîyê û dîyar kir ku hêzên ewlehîyê jî divê erka xwe ya parastina ewlehîyê cih bînin.