Parlimana Iraqê qanûna nû ya hilbijartinan pejirand
Kanûn 06, 2019 04:09 Asia/Tehran
Parlimana Iraqê şeva buhurî qanûna nû ya hilbijartinan û çavdêrîya ser lidarxistina wê pejirand.
Ligorî rapora Malpera Nûçan a Somerye News`ê, Parlimanterên iraqî herwiha Komsyona Hilbijartinan a wî welatî hilweşandin û endamên wê jî malnişîn kirin.
Serokê Parlimana Iraqê Mihemed Helbûsî jî têkildarî çawanîya bijartina endamên Komsyona nû ya Hilbijartinên wî welatî de got: Endamên wê Komsyonê ji nav dadweran û bi awayê pişkavêtinê tên bijartinê.