Serokomarê Iraqê bi Şandîyê Taybet ê Amerîkayê bo Sûrîyê re civîya
Serokomarê Iraqê û Şandîyê Taybet ê Amerîkayê bo Sûrîyê îro di civînekê de derbarê piştgirîya navnetewî jibo xurtkirina ewlehî û istiqrara Iraqê de gotûbêj û rawêjkarî kirin.
Ligorî rapora Somerye News`ê, Dezgeha Serokomartîya Iraqê di daxûyanîyekê de ragihand ku Serokomarê wî welatî Berhem Salih û Cêymz Cêfrî Şandîyê Taybet ê Amerîkayê bo Sûrîyê û Balyozê Amerîkayê li Iraqê Metîyo Tolêr li qesra Selamê li Bexdayê derbarê piştgirîya navnetewî jibo xurtkirina ewlehî û istiqrara Iraqê de gotûbêj û rawêjkarî kirin.
Di dewama wê daxûyanîyê de hatîye: Di wê hevdîtinê de her du alîyan girîngîya piştgirîya navnetewî ji xurtkirina ewlehî û istiqrarê li Iraqê, cihanîna çaksazîyên pêwîst, qayîmkirina peywendîyên dualî, berfirekirina hevkarîyan û danuistandinên ticarî di navbera her du welatan hilkolandin.
Alûgurên Sûrîyê, bûyerên navçê û pêwîstîya xurtkirina aştî û ewlehîya navnetewî ji mijarên din bûn ku di civîna Berhem Salih û Cêymz Cêfrî de hatin hilkolandinê.