Serokomarê Iraqê bi Şandîyê Taybet ê Amerîkayê bo Sûrîyê re civîya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310955-serokomarê_iraqê_bi_Şandîyê_taybet_ê_amerîkayê_bo_sûrîyê_re_civîya
Serokomarê Iraqê û Şandîyê Taybet ê Amerîkayê bo Sûrîyê îro di civînekê de derbarê piştgirîya navnetewî jibo xurtkirina ewlehî û istiqrara Iraqê de gotûbêj û rawêjkarî kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 05, 2019 14:05 Asia/Tehran
  • Serokomarê Iraqê bi Şandîyê Taybet ê Amerîkayê bo Sûrîyê re civîya

Serokomarê Iraqê û Şandîyê Taybet ê Amerîkayê bo Sûrîyê îro di civînekê de derbarê piştgirîya navnetewî jibo xurtkirina ewlehî û istiqrara Iraqê de gotûbêj û rawêjkarî kirin.

Ligorî rapora Somerye News`ê, Dezgeha Serokomartîya Iraqê di daxûyanîyekê de ragihand ku Serokomarê wî welatî Berhem Salih û Cêymz Cêfrî Şandîyê Taybet ê Amerîkayê bo Sûrîyê û Balyozê Amerîkayê li Iraqê Metîyo Tolêr li qesra Selamê li Bexdayê derbarê piştgirîya navnetewî jibo xurtkirina ewlehî û istiqrara Iraqê de gotûbêj û rawêjkarî kirin. 

Di dewama wê daxûyanîyê de hatîye: Di wê hevdîtinê de her du alîyan girîngîya piştgirîya navnetewî ji xurtkirina ewlehî û istiqrarê li Iraqê, cihanîna çaksazîyên pêwîst, qayîmkirina peywendîyên dualî, berfirekirina hevkarîyan û danuistandinên ticarî di navbera her du welatan hilkolandin.

Alûgurên Sûrîyê, bûyerên navçê û pêwîstîya xurtkirina aştî û ewlehîya navnetewî ji mijarên din bûn ku di civîna Berhem Salih û Cêymz Cêfrî de hatin hilkolandinê.