Gelê Bexdayê bi xwenîşandanekê piştgirî da gotinên Ayetullah Sîstanî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310947-gelê_bexdayê_bi_xwenîşandanekê_piştgirî_da_gotinên_ayetullah_sîstanî
Gelê Bexdayê bi nîşana piştgirîya ji gotinên merceyê pillebilind ê dînî yê wî welatî xwenîşandaneke berfire ser navê ``derxistina xerabkaran`` lidar xist.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 05, 2019 11:47 Asia/Tehran
  • Gelê Bexdayê bi xwenîşandanekê piştgirî da gotinên Ayetullah Sîstanî

Gelê Bexdayê bi nîşana piştgirîya ji gotinên merceyê pillebilind ê dînî yê wî welatî xwenîşandaneke berfire ser navê ``derxistina xerabkaran`` lidar xist.

Ligorî rapora Malpera Nûçan a Bexdad Al Yewmê, xwenîşanderên iraqî îro ji kolana Filistîn a Bexdayê ber bi meydana Tehrîrê va bi rê ketin û bi durişman xwestin ku kesên ajawegêr û xirabker ji xwenîşandanan bên derxistinê. 

Ligorî vê raporê, ew xwenîşandana bi nîşana piştgirîya ji gotinên Ayetullah Sîstanî merceyê pillebilind ê Iraqê ku ji gelê Iraqê xwestîye kesên kirêgirtî û ajawegêr nas bikin û ji xwenîşandanên biaştî derxin, hat lidarxistinê.

Rayedarên iraqî hefteya buhurî ragihandin ku hin kesên ajawegêr û xirabker ku rûyê xwe pêçane derbasî parêzgehên Necef û Kerbelayê bûne û bi birêxistina bêseruberîyê, êrişî nivîsgeh, cihên mezhebî û dîplomatîk ji wan Konsolxana Komara islamî ya Îranê li Necefê kirin.