Êrişa ser bargeha leşkerên Amerîkayê li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310915-Êrişa_ser_bargeha_leşkerên_amerîkayê_li_iraqê
Bargeha leşkerên terorîst ên Amerîkayê li Iraqê bû hedefa 5 roketan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 04, 2019 11:47 Asia/Tehran
  • Êrişa ser bargeha leşkerên Amerîkayê li Iraqê

Bargeha leşkerên terorîst ên Amerîkayê li Iraqê bû hedefa 5 roketan.

Kanala Sumeriya Newsê ya Iraqê diyar kir ku navenda ragihandinê ya erkantiya hevpar a Artêşa vî welatî  di raporekê de eşkera kir ku pênc roket duh li bargeha leşkerî ya Amerîkayê ya Eyn El-Esed li parêzgeha Enbarê ya rojavaya Iraqê ketin.

Hîn ti kes an ti komekê berpirsatiya vê êrişê negirtiye sikura xwe.

Bargeha leşkerî ya Eyn El-Esed, bargeha herî girîng a amerîkiyan li Iraqê ye.

Piraniya gelê Iraqê û komên vî welatî li dijî mayîna leşkerên amerîkî li welatê xwe ne û hebûna wan li Iraqê sebeba sereke ya bê ewlehiyan li welatê xwe dizanin.