Pêgiriya dubare ya Bexdayê ser nebûna hêzên çekdar ên Amerîkayê li axa Iraqê
Li gorî rapora Kurd Pressê, Berdevkê Fermandetiya Operasiyona Hevpar a ser bi Wezareta Berevaniyê ya Iraqê îro Sêşemiyê nîvroj di gotûbêja digel ajansa fermî ya nûçeyan avî welatî careka din pêgirî kir ku tu hêzekî amerîkî yên cengî li axa Iraqê tuneye.
Berdevkê Fermandetiya Operasiyona Hevpar a ser bi Wezareta Berevaniyê ya Iraqê, Serleşker Tehsîn Xefacî got: Memûriyeta hêzên amerîkî li Iraqê raberkirina piştevaniya Locîstîkî, xizmet û perwerdekirinê ye û hewcetiya bo wan jî carna tenê jibo pêkanîna êrîşên esmanî ye.
Serleşker Xefacî tevî pêgiriya ser vêya ku axaftina derbarê hatûçûna hêzên amerîkî û veguhestina wan ji Sûriyê bo Iraqê derew e, got ku tenê dema êrîşa Tirkiyê ser bakurê Sûriyê, hevahengî digel hêzên amerîkî hebû, di halekî da ku di rewşa niha da her cûre pêvajoya hatin û çûyîna wan tenê bi haydariya Fermandetiya Operasiyona Hevpar pêk tê.