Pêkhatina ewlehiya tam di sînorên Irq û Sûriyê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310878-pêkhatina_ewlehiya_tam_di_sînorên_irq_û_sûriyê_da
Berdevkê Fermandetiya Hevpar a Iraqê qala pêkhatina elwehiya tam di sînorên vî welatî digel Sûriyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 03, 2019 04:28 Asia/Tehran
  • Pêkhatina ewlehiya tam di sînorên Irq û Sûriyê da

Berdevkê Fermandetiya Hevpar a Iraqê qala pêkhatina elwehiya tam di sînorên vî welatî digel Sûriyê kir.

Li gorî rapora ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê (Wa'), Serleşker Tehîsn Xefacî Berdevkê Fermandetiya Hevpar a Iraqê roja Duşemiyê ragihand ku artêşa vî welatî li ser sînorê Sûriyê ye û hêzên ewlehiyê bi hevkariya Heşda Şeibî (Besîca gelanî ya Iraqê) bi hemî şiyan û îmkanên xwe ewlehiya sînoran dabîn dike.

Xefacî her wiha got: Wezareta Berevaniyê ya Iraqê amûrên lazim jibo şopandina tevgeran li ser sînor saz kirine û artêşa Iraqê bi hevkariya hevpeymanên xwe, firrînên naskirinê û danûstandina agahiyan derbarê kemîna têrorîstan pêk tîne.

Di vî halî da Heşda Şeibî roja Duşemiyê hişyarî da ku endamên koma têrorîst a DAIŞê di rojên dawî da bi neçêbikaranîna rewşa ewlehî û siyasî ya Iraqê, hin êrîş li hin parêzgeha pêk anîne û li gorî rewşa niha ya welêt, ihtimala vegeriyana wan bo Iraqê heye.