Hişyariya Heşda Şebî li bara çalakiya endamên DAIŞ`ê li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310862-hişyariya_heşda_Şebî_li_bara_çalakiya_endamên_daiŞ_ê_li_iraqê
Heşda Şebî hişyarî da, DAIŞ`ê bi îstifada ji rewşa ewlehiyê ya siyasî ya niha li Iraqê, êrişên xwe li hin navçan destpê kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 02, 2019 13:39 Asia/Tehran
  •  Hişyariya Heşda Şebî li bara çalakiya endamên DAIŞ`ê li Iraqê

Heşda Şebî hişyarî da, DAIŞ`ê bi îstifada ji rewşa ewlehiyê ya siyasî ya niha li Iraqê, êrişên xwe li hin navçan destpê kiriye.

 Li gorî rapora roja Duşemiyê ya televîayona Meyadînê, Heşda Şebî ragihand: "Terorîstên DAIŞ`ê hin liv û tevger li parêzgehên Neynewa, Selahedîn, Enbar, Diyalê, Kerkûk û derdora Bexdayê destpê kirine."

 Terorîstên DAIŞ`ê duh bi îstifada xirab ji nearamiyên vê dawiyê yên Iraqê li parzêgeha  Diyalê operasyoneka treorîstî cih anîn ku Heşda Şebî li hember wan sekinî û pêşiya pêşdeçûna terorîstan girt.

Li encama van pevçûnan, 6 kes ji hêzên Heşda Şebî şehîd bûn û 17 kes ji wan fermandê tîpa 20`an a van hêzana birîndar bûn.

 Heta niha amara birîndar û kuştiyên endamên DAIŞ`ê li encama  vê pevçûnê nehatiya raghandin.

 Iraqê li Knaûna 2017`an li bara serketina tam ser koma terorîstî ya DAIŞ`ê agahî da lê hêzên Iraqê hîn jî li hin navçan, pevçûnên perate bi paşmayiyên  vê koma terorîstî re hene.

 Di heman demê de, Ebdulemîr Teîban, nunerê parêzgeha  Zîqarê roja Duşemiyê raghand: "Hin kesên kirêgirtî li xwenîşandanên gelanî ku ji aliyê biyaniyan van piştgirî dibûn, hewl didan zindaniyên  zindana navendî ya Nasiriyê ku nasiyar bi zindana  El- Hûtê ye, birevin lê hêzên ewlehiyê û zêrevanên vê zîndanê, ev êrişa pûç kirin."

 Sair El- Beyatî, sekreterê giştî yê konseya eşîrên erebî yên Iraqê jî li bara  hitmala revîna 6 hezar terorîstên DAIŞ`ê ji vê zindanê li encama nearamiyên vê dawiyê agahî da.