Muhemed El-Helbûsî: "Serokwezîrê nû yê Iraqê divê bikaribe rêveberiya qonaxa tê bike"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310853-muhemed_el_helbûsî_serokwezîrê_nû_yê_iraqê_divê_bikaribe_rêveberiya_qonaxa_tê_bike
Serokê parlemana Iraqê ser pêwîstiya bijartina kesekî wek serokwezîr teqez kir ku bikaribe qonaxa tê rêveberî bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 02, 2019 12:16 Asia/Tehran
  •  Muhemed El-Helbûsî:

Serokê parlemana Iraqê ser pêwîstiya bijartina kesekî wek serokwezîr teqez kir ku bikaribe qonaxa tê rêveberî bike.

 Li gorî rapora Mêhr Newsê, û ji zarê El-Neşreyê, Muhemed El- Helbûsî serokê parlemana Iraqê li hevdîtina bi Osame Nuceyfî serokê bereya Rizgarî û Geşatiya vî welatî teqez kir ku divê kesek wek serokwezîrê nû yê Iraqê were bijartin ku bikaribe rêveberiya qonaxa tê bike.

 Her du alî li vê civînê li bara dawîn alûgurên siyasî yên Iraqê piştî îstifaya Adil Ebdulmehdî serokwezîrê vî welatî behs û gotûbêj kirin.

Wan jî li bara qanûna  komîsyaryaya hilbijartinê gotûbêj kirin.

Her du aliyan ser pêwîstiya xurtkirina hevehangiya navbera komên iraqî li rewşa niha bona bidestxistina  nihêrîneka hevpar teqez kirin.

 Parlmana  Iraqê vê dawiyê îstifaya Ebdulmehdî qebûl kiriye