Dema dengwergirtina derbarê qanûna hilbijartinên Iraqê hat kivşkirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310852-dema_dengwergirtina_derbarê_qanûna_hilbijartinên_iraqê_hat_kivşkirinê
Endamên Parlimana Iraqê sibê weke roja dengwergirtina debarê qanûna hilbijartinan û Komsyona Bilind a Hilbijartinan kivş kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 02, 2019 12:07 Asia/Tehran
  • Dema dengwergirtina derbarê qanûna hilbijartinên Iraqê hat kivşkirinê

Endamên Parlimana Iraqê sibê weke roja dengwergirtina debarê qanûna hilbijartinan û Komsyona Bilind a Hilbijartinan kivş kirin.

Ehmed Heyder endamê Komîteya Herêm û Parêzgehan a Parlimana Iraqê ji rojnama Al Sabah a Iraqê re got ku endamên Parlimana Iraqê sibê ango Sêşem weke roja dengwergirtina debarê qanûna hilbijartinan û Komsyona Bilind a Hilbijartinan kivş kirin.

Wî herwiha got: "Pêşnumaya her du qanûnan 2 caran hat hilkolandinê û gelek nêrîn derbarê wan de hatin hilêxistinê. Endamên Parlimanê jibo amadekirina wan du qanûnan di qonaxa bê de hewil didin lê di eynî demê tu leza wan jibo pejirandina wan tineye. Ew qanûn hewcedarê hilkolandin û rawêjkarîya zêdetir in."

Ji hêla din ve biryar e ku îri Parlimana Iraqê bi serokatîya Mihemed Helbûsî jibo hilkolandina qanûnên hilbijartinan û Komsyona Hilbijartinan bicive.