Konsolxana Îranê li Necefê careka din hat şewitandinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310838-konsolxana_Îranê_li_necefê_careka_din_hat_şewitandinê
Konsolxana Komara islamî ya Îranê li şarê Necefê şeva buhurî careka din hat şewitandinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 02, 2019 04:06 Asia/Tehran
  • Konsolxana Îranê li Necefê careka din hat şewitandinê

Konsolxana Komara islamî ya Îranê li şarê Necefê şeva buhurî careka din hat şewitandinê.

Rêvebirîya Xizmetên Bajêr a parêzgeha Necef a Iraqê jî nûçeya şewitandina dubare ya Konsolxana Îranê li wî şarî piştrast kir û ragihand ku komên vemirandina êgir, agir kontrol kirin.

Çarşemê şevê jî komeke êrişkerên ku rûyê xwe pêçabûn û ligorî gotina çavkanîyên herêmî niştecihê Necefê nebûn, êrişî Konsolxana Îranê li Necefê kirin û agir berdan hin beşên wê.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê sibeya Pêncşemê êrişa ser Konsolxana Îranê ya li Necefê ku ligorî belgeyan bi piştgirîya hin welatan û alîyên tundrê û firqeperest pêk hatîye, bi awayekî tund şermezar kir.

Ajawegêrên li Iraqê ku di hefteyên vê dawîyê hin rapor têkildarî alîkarîya darayî ya Balyozxanên hin welatên Ereb ên derdora başûra Kendava Farsê bo wan hatin weşandinê, berî vîya jî êrişî Konsolxanên Komara islamî ya Îranê li şarên Besre û Kerbelayê kiribûn.