Parlemana Iraqê îstifaya serokwezîrê Iraqê pejirand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310820-parlemana_iraqê_îstifaya_serokwezîrê_iraqê_pejirand
Parlemana Iraqê îstifaya serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî pejirand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 01, 2019 12:13 Asia/Tehran
  • Parlemana Iraqê îstifaya serokwezîrê Iraqê pejirand

Parlemana Iraqê îstifaya serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî pejirand.

Duh Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di civîna encumena wezîran de bi awayekî fermî îstifaya xwe pêşkeşî Parlemana Iraqê kir. Li ser îstifaya Adil Ebdulmehdî îro Parlemana Iraqê civiya û îstifaya Adil Ebdulmehdî hate pejirandin.

Piştî ku Adil Ebdulmehdî duh ragihand ku wê nama îstîfaya xwe pêşkêşî parlemanê bike li civîna desteya wezîran got: Li bersiva daxuyaniya merceyiyeta bilind a Iraqê û ji ber rewşa dijwar a welêt ji serokwezîriyê îstîfa kiriye.

Koma Koalîsyona Saîrun ya li Parlemana Iraqê ku Muqteda Sedr serokê wê ye, piştî vê îstîfaya Ebdulmehdî eşkere kir ku divê parlemana Iraqê di civîna xwe ya yekşemê de daxwaza îstîfaya Serokwezîr Adil Ebdulmehdî erê bike û hikûmetek nîştimanî û teknokrat pêk bîne.