Serokomarê Iraqê û parêzgarê Necef bûyerên li Necefê gotûbêj kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310809-serokomarê_iraqê_û_parêzgarê_necef_bûyerên_li_necefê_gotûbêj_kirin
Serokomarê Iraqê Berhem Salih û parêzgarê Necef Lewî Yasirî şeva borî li hevpeyvîna telefonî li ser bûyerên li Necefê û nearamiyên vî bajarî gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 01, 2019 06:33 Asia/Tehran
  • Serokomarê Iraqê û parêzgarê Necef bûyerên li Necefê gotûbêj kirin

Serokomarê Iraqê Berhem Salih û parêzgarê Necef Lewî Yasirî şeva borî li hevpeyvîna telefonî li ser bûyerên li Necefê û nearamiyên vî bajarî gotûbêj kirin.

Parêzgarê Necef  Serokomarê Iraqê derheq rewşa dawiyê ya bajarê Necefê û hewldana dezgehên ewlehiyê û çînûqatên xelkê bona girtina rê li ber fitneyê li bajarê Necefê agahdar kir.

Berhem Salih jî xebata li dijî Fitneyê pêwîst da zanîn û got: Riyên pêwîst ji bo rawestana li ber bûyerên tal li Necefê hatine berçav girtin û ev mesela li asteke jorîn tê şopandin.

Hin bajarên Iraqê ji wan bajarê Necefa eşref li van rojên dawiyê pir aloz û tevlîhev bûn.

Hin agahî û lêzanîn ketine destan ku ajawegêr li Iraqê ji nerizamendiyên gel ser xêra xwe îstifade dikin û vî welatî ber bi xirabkarî û fitneyê dibin. Piştî van xwenîşandan û aloziyan serokwezîrê Iraqê Adil EbdulMehdî du nama îstîfaya xwe radestî Meclisa Iraqê kir.