Fermana girtina hin rayedarên pilebilind ên iraqî hat dayînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310794-fermana_girtina_hin_rayedarên_pilebilind_ên_iraqî_hat_dayînê
Berdevkê dewleta Iraqê ragihand ku fermana girtina hejmarek ji wezîr, parlimanter û waliyên vî welatî bi tawana gendeliyê hat dayînê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 30, 2019 13:50 Asia/Tehran
  • Fermana girtina hin rayedarên pilebilind ên iraqî hat dayînê

Berdevkê dewleta Iraqê ragihand ku fermana girtina hejmarek ji wezîr, parlimanter û waliyên vî welatî bi tawana gendeliyê hat dayînê.

Li gorî rapora Kanala Meyadînê ya Lubnanê, Sed Hedîsî, berdevkê dewleta Iarqê îro şemiyê bi ragahndina vê nûçeyê destnîşan kir: Dadgeha taybet a gendeliyê ku bi hevahengiya navbera dezgehên dadwerî û  kargêr pêk hatiye bi hikmekê bo komîteyên lêkolînê hemî parêzgehên Iraqê ji wan xwestiye fermana vexwendin, girtin û blokekirina dirav û heyîtiên kesên ku  tawana gendeliyê li bara wan hatiye selmandin, bidin. 

El-Hedîsî got: Li vê barê kar didome û hikmên din li çend rojên tê dê bên dayîn. 

Eva li halekê ye ku Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê roja îniyê li daxûyaniyekê raghand ku  ji ber rewşa heyî û bona girtina pêşiya dewama şîdetê ji parlemana Iraqê dixweze ku li bara pêkanîna dewletê biryarê bide. 

Parlemana Iraqê îro şemiyê bona  hilkolandina  nerazîbûnan û dawîn alûgurên li vî welatî civîna awarte li dar dixe.