Rokêteke Katyoşayê li Navça Kesk a Bexdayê ket
Tesrîn 30, 2019 04:41 Asia/Tehran
Şeva buhurî rokêteke Katyoşayê li Navça Kesk a Bexdayê ket.
Mêdyayên xwecî ragihandin ku şeva buhurî rokêteke Katyoşayê li Navça Kesk a Bexdayê ket lê, tu xisareke canî û maddî pêk nehatîye.
Navça Kesk a Bexdayê navçeyeke parastî ye ku Balyozxanên welatên bîyanî û sazî û dezgehên hikpmetê li wir in.
Di çend rojên vê dawîyê de li deverên curbicur ên Iraqê ji wan Bexdayê çend êriş û teqîn pêk hatine.
Rayedarên iraqî dibêjin ku ew êriş, teqîn û gulleavêtin bi merema birêxistina fitneyê li wî welatî tên kirinê.