Sîstanî: Divê bi zûtirîn demê qanûna Hilbijartinan were amadekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310762-sîstanî_divê_bi_zûtirîn_demê_qanûna_hilbijartinan_were_amadekirin
Ayetullah Elî Sîstanî, Merceyê bilind ê şîeyan ragihand: Iraq rewşeka dijwar derbas dike û hêzên ewlehiyê nikarin canê welatiyan biparêzin. Wî her wiha got: "Merceyiyet piştevanê gelê Iraqê ye."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 29, 2019 13:41 Asia/Tehran
  • Sîstanî: Divê bi zûtirîn demê qanûna Hilbijartinan were amadekirin

Ayetullah Elî Sîstanî, Merceyê bilind ê şîeyan ragihand: Iraq rewşeka dijwar derbas dike û hêzên ewlehiyê nikarin canê welatiyan biparêzin. Wî her wiha got: "Merceyiyet piştevanê gelê Iraqê ye."

Li gorî rapora malpera Sibeyê, Ehmedê safî nûnerê ayetullah Elî Sîstanî Merceyê bilind ê şîeyên Iraqê li xutbeyên nimêja Îniyê ya bajarê Kerbelayê got: Xwenîşanderên aştîxwaz rê nedin ku ajawegêr û alozîçêker tevlî wan bin û rewşê biguherênin. Wî her wiha li ser piştevaniya Merceyiyetê ji xwenîşandanê pêgirî kir û got: Rijandina xwîna welatiyan sûc e û divê xwenîşander jî hevkariya hêzêîn ewlehiyê bikin û ziyanê negihînin mal û heyitiyên giştî û merceyiyet jî tenê rênumaya gel jibo xizmeta pirtir dike.

Nûnerê Ayetullah Elî Sîstanî got ku pêwîst e bi zûtirîn demê qanûna hilbijartinan ji aliyê Parlemanê va were pesendkirin û hilbijartinek were lidarxistin ku vîn û iradeya gel têde xuya bibe.

Wî her wiha rexne li hikûmet û aliyên têkildar girt ku heta niha nekarîne bersiva xwenîşanderan bidin, merceyiyet jî piştevanê gelê Iraqê ye û tenê rê jibo xizmetkirina gel nîşan dide.