Serokwezîrê Iraqê Ebdulmehdî nama îstîfayê dişîne meclîsê
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, piştî xwepêşandanên ku gelek kesan jiyana xwe ji dest da û banga Muqdeta Sedir, diyar kir ku ewê nama îstîfayê bişîne parlemanê.
Li gorî nûçeya ajansa Sûmerîa ya Iraqê, Adil Ebdulmehdî têkildarî mijarê peyamek belav kiriye û diyar kiriye ku ewê nama îstîfaya ji serokwezaretiyê bişîne parlemanê. Lê nehat diyarkirin ku dê name kengî bê şandin.
Di 1’yê Mijdara 2019’an de li Bexda û gelek bajarên din ên Iraqê li dijî gendelî, bêkarî û tunebûna xizmetguzariyê xwepêşandan hatibûn destpêkirin û hîn jî berdewam dikin, lê belê hin ajawegêran ji vê rewşê îstifadeya nerewa kirin û ev xwenîşandan rastî şidet û pevçûn û aloziyan anîn. Di van xwepêşandanan de heta niha zêdetirî 300 kesan jiyana xwe ji dest daye û bi hezaran jî birîndar bûn. Her wiha gelek ziyana madî derketine holê.
Li ser xwepêşandanan duh êvarê Serokê Koalîsyona Saîrun Muqteda Sedir daxuyaniyek dabû û bang li hikûmetê kiribû ku îstîfa bike.Her wiha parlemanê jî biryara civîna awarte girtibû.