Eyad Elawî biyar da bi şêwazeka demkî ji prosa siyasî vekişe
Tesrîn 29, 2019 12:38 Asia/Tehran
Eyad Elawî, serokê hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê biryar da bi şêwazeka demkî û ji ber rewşa niha ya Iraqê ji prosa siyasî paşde vekişe.
Li gorî rapora Xendan News`ê, û li gor malpera Someriye Newsê, Eyad Elawî,serokê hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê biryar da bi awayekî demkî û ji ber rewşa niha ya Iraqê ji prosa siyasî paşde vekişe.
Elawî li hevpeyvîna bi medya iraqî diyar kiriye ku ji ber ku li xwenîşandanên vê dawiyê xwîna gelek ji Iraqiyan hatiye rijandin ew seat ji proseya siyasî berdide û ji bo avakirina Iraqê li gor bingeha aşitîxwaziyê gavên nû radike.