Berdewamiya liv û tevgerên ajawegêran li Iraqê heya fermana Ebdulmehdî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310743-berdewamiya_liv_û_tevgerên_ajawegêran_li_iraqê_heya_fermana_ebdulmehdî
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî şeva borî got: Hin şidet û ajawe ji aliyê wan kesan cih tên ku ser rûyê xwe girtine û bûyerên tal li dema xwenîşandanan qewmîne,. Loma wî fermana pêkanîna komîteyeke şopandina rastiyan ji bo bûyerên parêzgehên Zîqar û Necefê, da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 29, 2019 06:36 Asia/Tehran
  • Berdewamiya liv û tevgerên ajawegêran li Iraqê heya fermana Ebdulmehdî

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî şeva borî got: Hin şidet û ajawe ji aliyê wan kesan cih tên ku ser rûyê xwe girtine û bûyerên tal li dema xwenîşandanan qewmîne,. Loma wî fermana pêkanîna komîteyeke şopandina rastiyan ji bo bûyerên parêzgehên Zîqar û Necefê, da.

Serokwezîrê Iraqê şeva borî desnîşan kir ku karê vê komîteyê keşifkirina rastiyê derheq bûyerên qewmî li du parêzgehên Zîqar û Necefê ye.

Êvara çarşemê komek ku ser rûyê xwe girtibûn ser navê nîşandayîna nerizamendiyê derheq rewşa aborî li Iraqê êrişî ser Konsûlxana Komara Îslamî ya Îranê li Necefa Eşref kirin û agir berdan hin beşên Konsûlxanê.

Herwiha di nerizamendî û aloziyên dawiyê li parêzgehên Necef û Zîqarê hejmarek ji xelkê û hêzên ewlehiyê hatin kuştin. Piştî êriş û bûyerên li bajarê Nasiriye serokwezîrê Iraqê Cemîl Şemrî  fermandeyê leşkerî yê parêzgeha Zîqarê ji bo dayîna bersivê ban kir.

Di vê navberê de fermandeyê polîsê Kerbelayê ragihand ku ajawegêran pêncşemê bi şev du narincok avêtin nav hêzên leşkerî li Kerbelayê.

Di vî halî de fermandeyê polîsê Necefê jî li vî bajarî de qanûna qedexetiya hatûçûnê danî ku heya îro sibê berdewam kir.

Çavkaniyên iraqî ragihandin ku ajawegêran hewldan bikevin nav merqeda ayetullah Hekîm daku wê bişewitînin.

Vê dawiyê hat ragihandin ku hin rejîmên navçê dixebitin dostaniya navbera Îran û Iraqê têk biben, di vê çarçovê de Hizbullaha Iraqê diyar kir ku Amerîka, Rejîma Siyonîstî û Erebistan û Îmarat ji ber nerazîbûna derheq siyasetên dewleta Iraqê dixebitin Iraqê aloz û tevlîhev bikin.

Li van mehên dawiyê li hin parêzgehên Iraqê yên wekî Necef, Kerbela û Besreyê xwenîşndanên nerizamendiyê derheq rewşa aborî û gendeliyan li Iraqê li dar ketin, lê belê ji ber mudaxileya biyaniyên wekî Amerîka, Rejîma Siyonîstî û Erebistan û Îmaratê ev xwenîşandan rastî şidet û pevçûnan hatiye.

Dewleta Iraqê jî ji bo dabînkirina xwestekên neraziyan heya niha çendîn paketên çaksaziyê xistine rojevê.