Îro li Parêzgeha Necefê qedextiya hatûçûnê hat ragihandin
Medya Iraqê şeva borî ragihand ku i Parêzgeha Necefê qedextiya hatûçûnê tê ragihandin.
Li gor Al-Alamê, ji ber zêdebûna pevçûn û şidetê li parêzgeha Necefê hatûçûn hate qedexekirin û deriyê gişt dayirên dewletê îro pêncşemê li vê parêzgehê hatine girtin.
Parêzgarê Necefê Lue Yasirî derheq zêdebûna şidet û pevçûnan û berfirbûna nerizamendiyan bertek nîşan da û di vî halî de piştgiriya xwe ji xwenîşandanên aram û bê pevçûn diyar kir û derheq hewldana hin ajawegêran bûna çêkirina fitneyê li parêzgeha Necefê hişyarî da.
Herwiha Waliyê Necefê hemû karên daîreyên hikûmetê yên li bajêr rawestandin, herwiha qedexeya hatinûçûnê jî ragihand ku ev qedexetiya hêzên leşkerî nagire ber xwe .
Li bajarê Necef ê başûrê Iraqê şeva borî ajawegêran ser konsolosxana Îranê de girtin û ewî şewitandin. Iraqê bi fermî bûyer şermezar kir. Îranê ji ev êrişa ajawegêran şermezar kir û ji Iraqê xwest wezîfeya xwe li bara parastina navendên dîplomatîk bi cidî cih bîne.
Li gor lêzanînên ber destan hin mirovên ajawegêr û kirêgirtiyên biyaniyan ji xwenîşandan û nerizamendiyên xelkê bi awayekî nerewa sûdê werdigirin û dest davêji karên terorîstî û xirabkarane.