Serokê Erkantiya Giştî ya Artêşa Amerîkayê gihîşte Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310679-serokê_erkantiya_giştî_ya_artêşa_amerîkayê_gihîşte_iraqê
Jênêral Mark Mîlêy, Serokê Erkantiya Giştî ya Artêşa AmerîkayêSêşemiyê bi şev gihîşte Iraqê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 27, 2019 05:16 Asia/Tehran
  • Serokê Erkantiya Giştî ya Artêşa Amerîkayê gihîşte Iraqê

Jênêral Mark Mîlêy, Serokê Erkantiya Giştî ya Artêşa AmerîkayêSêşemiyê bi şev gihîşte Iraqê.

Li gorî rapora Reutersê, Mark Mîlêy, Serokê Erkantiya Giştî ya Artêşa Amerîkayê di yekem sefera xwe ya bo Rojhilata Navînê piştî tayînbûna di vê postê da, hatiye Iraqê.

Mark Mîlêy Duşemiyê bi şev jî çûbû Riyazê û bi Mihemed Bin Selman ra axivîbû.

Pêştir jî Mayk Pêns, Alîkarê yekem ê Trump roja Şemiyê bi awayekî çaverênekirî gihîştibû Bexdayê û seredana hêzên amerîkî li baregeha  Eyn Esed a parêzgeha Enbarê kiribû.

Hatina van rayedarên siyasî û leşkerî yên Amerîkayê bo Iraqê di rewşekê da ye ku hin bajarên Iraqê di hefteyên vê dawiyê da bûne qada nerazîtiyên li hemberî rewşa nebaş a xizmetên gelemperî, nebûna kar û gendeliyê.

Di vî warî da Amerîkayê helwêstek bi nîşana destwerdanê girte ber xwe û daxwaza pejirandina reformên hilbijartinê û lidarxistina hilbijartûna lezgîn li Iraqê kir.