Berpirsekî iraqî: Wê nîvek ji kabîna dewleta Iraqê biguhere
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310640-berpirsekî_iraqî_wê_nîvek_ji_kabîna_dewleta_iraqê_biguhere
Berdevkê Dewleta Iraqê got: Serokwezîrê Iraqê bi zûtî parlemanê derheq biryara xwe ya guhertina wezîrên kabîna dewletê agahdar bike û pêşbînî dibe ku ev guhertin nîvek ji kabîna dewletê bigire ber xwe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 26, 2019 05:42 Asia/Tehran
  • Berpirsekî iraqî: Wê nîvek ji kabîna dewleta Iraqê biguhere

Berdevkê Dewleta Iraqê got: Serokwezîrê Iraqê bi zûtî parlemanê derheq biryara xwe ya guhertina wezîrên kabîna dewletê agahdar bike û pêşbînî dibe ku ev guhertin nîvek ji kabîna dewletê bigire ber xwe.

Televîziyona El-Hedes ragihand ku Sed Hedîsî duh berêvarê got: Dewlet ji bo cihanîna biryarên dayî yên li warê çaksaziya derheq sîstema siyasî û aborî li Iraqê wê gavên pêwîst rake û ji ber viya me biryareke ber bi pêş bona çareseriya pirsgirêkên aborî daye.

Berdevkê Dewleta Iraqê pêgîrî kir: Dewletê 200 fermanên qedexkirina misafiretê û vexwendina rayedaran dane.

Hedîsî got ku dewletê ji bo agahdarbûna derheq xwestekên neraziyan çendîn civîn bi nûnerên neraziyan re pêk anîne û komîteyek jî ji bo çêkirina reformê di nav destûra bingehîn de çêkiriye da ku xwestekên xwenîşanderan werin berçavgirtin.