Sazîya Derîyên Sînorî ya Iraqê: "Derîyê Sînorî yê Çezzabê hat vekirinê"
Tesrîn 25, 2019 13:28 Asia/Tehran
Sazîya Derîyên Sînorî ya Iraqê ragihand ku Derîyê Sînorî yê Çezzabê di navbera wî welatî û Îranê de hat vekirinê.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Iraqê, Sazîya Derîyên Sînorî ya Iraqê di daxûyanîyekê de ragihand ku derîyê sînorî yê Şeybê (Çezzabe) di navbera parêzgehên Mîsan li başûra rojhilata Iraqê û Xûzistanê li başûra rojavaya Îranê de ser rêwîyan de hatîye vekirinê.
Sazîya Derîyên Sînorî ya Iraqê di daxûyanîya xwe da ragihandîye ku derîyê sînorî yê Şeybê ku di 16`ê Mijdarê de ser rêwîyan de hatibû girêdanê, careka din hat vekirinê.
Ligorî daxûyanîya Sazîya Derîyên Sînorî ya Iraqê, derîyê sînorî yê Çezzabê ligorî daxwaza Îranê û bi hegera ajaweyên vê dawîyê hatibû girêdanê.