Dewleta Iraqê, hejmara kuştiyên nerazîbûnan, 111 kes raghand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i310626-dewleta_iraqê_hejmara_kuştiyên_nerazîbûnan_111_kes_raghand
Wezareta tendrustiyê ya Iraqê raghand ku ji dema destpêbûna nerazîtiyan di Cotmeha buhurî da li vî welatî heta niha 111 kes ji nav neraziyan û hêzên ewlehiyê yên Iraqê hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 25, 2019 12:40 Asia/Tehran
  • Dewleta Iraqê, hejmara kuştiyên nerazîbûnan, 111 kes raghand

Wezareta tendrustiyê ya Iraqê raghand ku ji dema destpêbûna nerazîtiyan di Cotmeha buhurî da li vî welatî heta niha 111 kes ji nav neraziyan û hêzên ewlehiyê yên Iraqê hatine kuştin.

 Cefer Elawî, wezîrê Tendrustiyê yê Iraqê, roja Yekşemiyê li bara cureya gaza ku bona belavkirina  neraziyan hatiye bikaranîn got: "Komîteyeka wezaretê bona lêkolîna li bara  cureya gaza hêsirrêj a bikarhatî li vê xwenîşandanê hatiye damezrandin û diyar bû ku di vê gazê de tu madeyeka jardar nebûye."

  Elawî got: "Wezareta Tendrustiyê ya Iraqê li meydanên lidarxistian kombûnên nerazîtiyê li Iraqê navendên dermankirinê ava kirine ku alîkariya xelkê nerazî bikin."

 Pêştir saziyên mafên mirovan îdia kirin ku "Ji destpêka nerazîtiyên li Iraqê di Cotmerha buhurî da heta niha, 339 kes hatine kuştin û 16 hezar kes jî birîndar bûne."

 Pêla dudyan a xwenîşandanê li navçên curbicur ên Iraqê ji 25ê Cotmehê va  destpê bûne û hîn didomin. 

Li van hefteyên dawiyê hin parêzgehên Iraqê ji wan Bexda bûne qada nerizamendiyên xelkê û xwenîşandanên wan li hemberî rewşa xirab a aborî û bê şixulî û gendeliyê, lêbelê ev xwenîşandan van rojên dawiyê ber bi şidet û pevçûnê va çûne ku di encamê de bi dehan kes hatine kuştin û birîndar bûne.

 Wezareta Berevaniya Iraqê duh bi daxûyaniyekê ragihand: "Xwenîşandanên hanê di encama mudaxileyên biyaniyan  bona pêkanîna  alozî û fitneyê li Iraqê  cih hatine."