Li Kerbelayê rewşa awarte hat ragihandin
Tesrîn 25, 2019 07:00 Asia/Tehran
Navenda Polîsên Kerbelayê rewşa awarte li wî şarî ragihand.
Navenda Polîsên Kerbelayê şeva buhurî di daxûyanîyekî de ragihand ku rewşa awarte li vî şarî bi dû hewildana hin kom û alîyan jibo sûdwergirtina narewa ji nerazîbûnên gelanî li Kerbelayê hatîye ragihandin.
Navenda Polîsên Kerbelayê ji gel û niştecihên wî şarî xwest ku di çarçova parastina ewlehîyê de bi hêzên ewlehîyê re hevkarîyê bikin.
Vê dawîyê hin lêzanîn bidest ketine ku nîşan didin komên têrorîst hewil didin nerazîbûnên gelanî li Iraqê bi awayekî narewa bikar bînin û opêrasyonên têrorîstî li Iraqê lidar bixin.