Sêkrêtêrê Esaib Ehli Heq a Iraqê piştgirî da xwenîşandanên biaştî yên gelê Iraqê
Tesrîn 24, 2019 14:02 Asia/Tehran
Sêkrêtêrê Esaib Ehli Heq a Iraqê piştgirî da xwenîşandanên biaştî yên gelê Iraqê û ``guhertina destûra bingehîn a Iraqê` jî weke rêya çareserkirina pirsgirêkan zanî.
Sêkrêtêrê Esaib Ehli Heq a Iraqê Qêys Xezelî di hevpeyvîna digel televîzyona Diclê de herwiha got: Lidarxistina hilbijartina zûdem Iraqê ji rewşa nika rizgar nake.
Xezelî bi gotina vê yekê ku Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bingeha sereke ya vê qeyranê nîne û xwest ku xwenîşander heta bidestxistina daxwazên xwe li meydanên bajêran bimînin.
Sêkrêtêrê Esaib Ehli Heq a Iraqê pêgirî kir: Alîyekî sêyem heye ku di xwenîşandanan de nerazîyan û hêzên ewlehîyê yên iraqî dikuje ku divê lêkolînên istixbaratî jibo naskirina wan bên kirinê.