Parlemana Iraqê: Tenê iraqî dikarin bibin berbijar
Lêjneya Destûrê ya Parlemana Iraqê ku di civîna îro de bi pirranîya dengan biryar da ku di çarçova pêşnûmaya hilbijartinan a Parlemanê de, tenê kesên ku nasnama iraqî hene dikarin bibin berbijarê parlimanterîyê.
Ligorî rapora Malpera Xendanê, Parlemana Iraqê di daxûyanîyekê de ragihand ku Lêjneya Destûrê ya Parlemana Iraqê bi sergêrîya Cîgirê Yekem ê Serokê Parlemanê Hesen Keibî civîya û endamên wê lêjneyê bi pirranîya dengan biryar dan ku tenê ew kesên nasnama iraqî hene dikarin bibin berbijarê parlimanterîyê.
Parlemanê herwiha pêşnumaya hilbijartinan û komsyona hilbijartinan hilkoland û ew şande Lêjneya Destûrê.
Ligorî wê pêşnûmayê, temenê berbijarbûna jibo parlemanterîyê bo 25 salan hat daxistinê û hejmara kursîyên Meclisê jî ji 329 kursîan daket ser 250 kursîyan.