Cîgirê Serokkomarê Emerîkayê gihêşt Iraqê
Mayk Pêns, alîkarê serokkomarê Emerîkayê li sefereke pêştir neragihadî bona hevdîtina bi hêzên emerîkî re li Iraqê, gihêşt vî welatî.
Li gorî malpera Someriye news`ê, biryar e ew seredana meqera Eyn El-Esedê li parêzgeha Enbarê li rojava Iraqê ku meqera herî sereke ya Emerîkayê li vî welatî tê hesabê, hevdîtinê pêk bîne.
Di hemen demê de, nûçegîhanekî xelkê Besrayê bi navê Miqdad El-Hemîdan di twîtera xwe de nivîsiye ku Mayk Pêns, vê sibê çûbû seredana hêzên emerîkî li meqera Eyn Esedê û piştî wê çûye Bexdayê. Li gorî gotina wî li dirêjahiya sefera alîkarê Trump bo vê meqerê, heft sietan herêma hewayî ya navçê hatibû girêdanê.
Mayk Pêns biryar e bi Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê re jî hevdîtinê pêk bîne.
Eva yekim sefera wî bo Iraqê ye û piştî seredana çend sietî ya Donald Trump ji meqera Eyn Esedê li Kanûna buhurî, rayedarê herî pilebilind ê emerîkî ye ku sefera Iraqê dike.